Artêşa Israîlê derbasî bajarokekî Quneytirayê bû

Artêşa Israîlê derbasî bajarokekî Quneytirayê bû

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Israîlê derbasî bajarokekî Quneytirayê bû û hilemteke pişkinînê encam da.

Jêderên xwecihî li Quneytirayê da zanîn, vê sibehê artêşa Israîlê derbasî bajarokê Sêda Hanût li gundewarê Quneytirayê bû, û hilmeteke pişkinînê li nava bajarok encam da.

Li gor jêderan, di dema pişkinînan de, tevgereke zêde ya dron û balafirê şer ên Israîlê li esmanê deverê hebû.

Jêderan diyar kir, piştî encamdan pişkinînan li nava malan li bajarok, hêzên Israîlê berev xaleke xwe ya nêzîk li deverê vekişiyan.

*71 operasyon

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de got, di meha Berçileya 2025an de artêşa Israîlê 71 operasyonên derbasbûna bejayî li gundewarên Quneytira û Derayê li Başûrê Sûriyê encam dane, li gel gerên esmanî yên balafirên şer û dronan.

*"Em ê berdewam bin"

Fermandarê devera Bakur di artêşa Israîlê de gotibû ew nahêlin teror li ser sînorê wê bi Sûriyê re cih bigire û ew ê di operasyonên pêşwext de berdewam bin.