Di topbarana taxa Şêx Meqsûd de qurbanî ketin
Welat TV - Hewlêr
Ji encama topbarana taxa Şêx Meqsûd a Helebê, kesekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.
Asayîşa Navxwe ya herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di daxuyaniyekê de belav kir, grûpên ser bi wezareta Berevaniya Sûriyê ve bi dronan êrîşî devera Şiqeyif li taxa Şêx Meqsûd kirine, û di encam de de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û çend welatiyên din jî birîndar bûne.
Li gor jêderên navxwe, liv û tevgera dronên grûpên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve berdewam li ser esmanê herdu taxên Kurdan li Helebê heye.
Asayişê da zanîn, ev êrîş binpêkirin e ji rêkeftinên beriya niha hatine kirin û divê hemû alî parastina mafên welatiyên sivîl bikin û xwe ji aramnckirina deverên sivîl dûr bixin.
*"Leşkerek hatiye kuştin"
Ajanasa fermî ya Sûriyê jî belav kir, ji encama topbarana HSD li derdora Şêx Meqsûd, leşkerekî artêşa Sûriyê hatiye kuştin û du jî birîndar bûne.