Kalin: Hewlên parçekirina Sûriyê û binpêkirina serweriya wê bi ser nakevin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Istixbaratên Turkiyê Ibrahîm Kalin da zanîn ku hewlên parçekirina Sûriyê bi ser nakevin.
Ibrahîm Kalin ev yek ji ajansa Anadolu re di 99 saliya damezirandina dezgeha istixbaratên Turkiyê de ragihand û diyar kir ku hilweşîna Rêjîma Esed destpêkek bû berev pêşerojeke aram li Sûriyê.
Kalin got jî Sûriyeke azad, yekgirtî, ewleh û demokrasî dikare aştiya hundirîn çêbike û aştî û aramiya deverê bihêz bike.
Li gorî Serokê Istixbaratên Turkiyê, hemû hewlên parçekirina Sûriyê û binpêkirina serweriya wê bi ser nakevin.
Her weha Serokê MHPê Dewlet Bexçelî, di civîna firaksyona partiya xwe ya li Parlamena Turkiyê de got ku ”divê di zûtirn dem de rêkeftina 10ê Adarê were cîbicîkirin û daxwazên HSD û mercên wê nayên qebûlkirin û behaneyên in ji bo reva ji lihevhatin û rêkeftinê, û armanca wan têkdana aramiyê ye”.