Gelek kes nikarin bikirin.. Nirxê kîloya mirîşkan li Qamişlo bi 22000 LS ye

Welat TV - Hewlêr

Nirxê kîloya mirîşkan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi 22 hezar lîreyên Sûrî ye wate nêzîkî 2 dolarên Emerîkî.

Li cihên firotina mirîşkan li bazarên Qamişlo welatî kêm tên dîtin û tevger gelekî lawaz e.

Welat TV nêrîna Welatiyan li Qamişlo di vê derbarê de vediguhêze, welatiyek dibêje ku pir kesên hejar hene ji 6 mehan carekê nikarin goşt bixwin.

Mirîşkfiroş jî dibêje ku karê wan lawaz bûye û ew tu sûdê nabînin û daxwaza wan ew e ku piştevaniya wan were kirin.

Buhabûna êm, nebûna sotemeniyê û pêdviyên din ên xwedîkirina mirîşkan bandoreke mezin li xwedîkirina mirîşkan kiriye. 

Nirxê mirîşkan weke nirxên gelek kelûpelên jiyana rojane berawerdî bi dahatên welatiyan re li Rojavayê Kurdistanê gelek bilind e û kirîna mirîşkekê ji gelek malbat re bûye ji xwenan.