Nûrî Şêxo: Rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xerab e û gelek qurbanî hene
Welat TV - Hewlêr
Serokê Encumenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê ragihand ku rewşa wan herdu taxan xerab e û êrîşên grûpên bi ser hikûmetê ve hîn berdewam in.
Nûrî Şêxo ji Welat TV re îro da zanîn ku ji sibehê ve topbaran û bikaranîna çekên giran û dronan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam in.
Şêxo diyar kir ku herdu taxên Kurdnişîn zêdetirî 50 carî hatine toparankirin û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 17 birîndar bûne.
Nûrî Şêxo got ku rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne aram e û tu sedem an behane ji êrîşên grûpên bi ser hikûmeta Sûriyê ve nîn in û armanc ji wan zêdekirina girjiyan e.
Şêxo diyar kir ku çekên giran li cem wan tune ne, çekên heye yên sivik in taybet bi hêzên ewlehiya navxwe ne ji bo parastina sivîlan li herdu taxan.
Serokê Encumenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê da zanîn jî ku hin peywendî û danûstandinan dest pê kirine ji bo kêmkirina girjiyan.