"Rêveberiya Xweser": Hikûmet diyalogê red dike û rijd e li ser şer

"Rêveberiya Xweser": Hikûmet diyalogê red dike û rijd e li ser şer

Welat TV - Hewlêr

"Rêveberiya Xweser" da zanîn ku Hikûmeta Sûriyê diyalogê red dike û rijd e li ser şer.

"Rêveberiya Xweser" daxuyaniyek derbarê pêşhateyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê belav kir û got ku ew daxuyaniya hêzên leşkerî yên bi ser Hikûmeta Veguhêz ve derbarê armanckirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê red dikin.

Got jî ew tekez dikin ku hêzên HSD li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tune ne û tax deverên niştecîbûnê yên pir bi sivîlan in.

Di daxuyaniyê de hatiye ku her bombebarankirinek yan jî armanckirineke van taxan binpêkirineke mezin e ji yasaya navdewletî mirovî re.

"Rêveberiya Xweser" got ku tevî hewlan ji bo encamdana danûstandinên cidî, lê Wezareta Berevaniyê ya Hikûmetê bijardeya diyalogê red dike û rijd e li ser zimanê gef û şer.

Her weha got: "Em bi zelalî radighînin ku em ne li gel bilindkirina asta leşkerî ne".

Rêveberiyê di dawiya daxuyaniyê de got ku Hikûmeta Sûriyê berpirs e di ber tişta ku çêdibe û divê bi tenê diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi kar bîne.

►Her weha bixwîne.. Careke din şer li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derket