Brîtaniya banga kêmkirina girjiyan û parastina sivîlan li Helebê dike

Brîtaniya banga kêmkirina girjiyan û parastina sivîlan li Helebê dike

Welat TV - Hewlêr

Brîtaniya dilgiraniya xwe ji şerûpevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan da.

Şandiya Brîtaniya bo Sûriyê Ann Snow îro li ser tora ”X” da zanîn ku welatê wê ji şerûpevçûnên li bakurê Helebê û ketina qerbaniyên sivîl dilgiran e.

Ann Snow banga kêmkirina girjiyan bi awayekî yekser, despêkirina diyalogê û parastina sivîlan kir.

Şandiya Brîtaniya bo Sûriyê her weha diyar kir ew rewşa Helebê ji nêzîk ve dişopînin.

 

►Her weha bixwîne.. Careke din şer li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derket: "32 birîndar"