Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Hêzên hikûmetê ciwanên revandî weke mertalên mirovî bi kar tînin
Welat TV - Hewlêr
Asayîşa li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku hêzên hikûmeta Sûriyê ciwanên revandî weke mertalên mirovî di êrîşên ser herdu taxên Kurdnişîn de li Helebê bi kar tîne.
Asayîşê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên hikûmetê ciwanên ji herdu taxan derketine, direvîne û wan weke mertalên mirovî di êrîşên xwe de bi kar tîne.
Daxuyaniyê got jî ku hêzên hikûmetê di heman demê de kesên bitemin ên ku ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derdikevin, careke din wan vedigerîne herdua taxan ji bo bikaranîna wan weke kaxezeke fişarê.
Asayîşê diyar kir ku ev kiryar gurkirineke metirsîdar e û binpêkirin e dermafê mirovan ji bo koşberkirina nişteciyên li gorî startejîke rêbazkirî.
►Her weha bixwîne.. Careke din şer li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derket: "32 birîndar"