ENKS: Ji ber şerûpevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dilgiran in

ENKS: Ji ber şerûpevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dilgiran in

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS daxuyaniyek derbarê şerûpevçûnên li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê belav kir û banga rawestandina operasyonên leşkerî kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî got, ew ji ber şerûpevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku bi dehên hezaran sivîl lê dijîn dilgiran in. Topbaran û mûşekbarana herdu taxan ku di encamê de qurbaniyên sivîl hene û bi hezaran malbat derbider bûne, rewşa mirovî û ewlehiyê li bajêr zehmetir dike.

*"Operasyonên leşkerî rawestînin"

ENKS da zanîn, Binavkirina herdu taxan ji aliyê artêşa Sûriyê ve weke deverên leşkerî nîşaneke metirsîdar e û dibe ku bandorê li seranserî Sûriyê bike. Her weha bang li hemû aliyan kir ku di cî de operasyonên leşkerî rawestînin û dorpêç li ser herdu taxan were rakirin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî banga Rêdana derbaskirina alîkariyên mirovî û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndaran, kir.

*Parastina mafên Kurdan 

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku pêwîst e rêveberiya Sûriyê dest bi proseyeke siyasî ya giştgir bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî û parastina mafên tevaya pêkhateyan bi rêya destûrê, û di serî de jî mafên miletê Kurd.