Konfederasyona Revenda Kurdistanî banga parastina Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike
Welat TV - Hewlêr
Konfederasyona Revenda Kurdistanî êrîşên hêzên hikûmetê li ser herdû taxên Şêx Meqsûd û Aşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê, şermezar kirin û banga destwerdanê kir.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi hemû awayan piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin.
Di daxuyaniyê de, Konfederasyonê êrîşên hikûmetê li ser taxên Şêx Meqsêd û Eşrefiyê şermezar kir û got: “Em hevxemê gelê Kurd in li wan taxan”.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bang li rêxistinên mafê merovan, Neteweyên Yekgirtî û welatên demokrat kir, ku sînorekî ji derbiderkirin, kuştin û revandina Kurdan re li Helebê deynin.
daxuyaniyê tekezî li ser naveroka nameya Serok Barzanî kir û got: “Weke di nameya Serok Barzanî de hatiye nabe pirsgirêkên siyasî li Sûriyê bibin sedama şerê Kurd û Erban”.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez jî kir ku w bi dil û can piştgiriya gelê xwe li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dikin.
►Her weha bixwîne.. Serok Barzanî: Gefên encamdana êrîşên qirkirina regezî li ser Kurdan li Helebê hene