Mesrûr Barzanî: Desthilata Sûriyê û Civaka Navdewletî di ber bûyerên Şêx Meqsûd de berpirs in

Mesrûr Barzanî: Desthilata Sûriyê û Civaka Navdewletî di ber bûyerên Şêx Meqsûd de berpirs in

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek derbarê şerûpevçûnên li Helebê belav kir û got "Desthilata Sûriyê û Civaka Navdewletî berpirs in di ber serederiyê li gel bûyeran de".

Mesrûr Barzanî got, "Bûyerên Helebê û armanckirina Kurdan ji bo guhertina demografiya herêmê û dirustkirina metirsiyê li ser jiyana sivîlan, desthilata Şamê û wijdana civaka navdewletî dixe bin pirsyariyê".

Mesrûr Barzanî got jî, "Şer û tundûtûjî bi şêweyekî bingehîn tu pirsgirêkê çareser nakin û divê tu behane rê nede qirkirina regezî. Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê cihê dilgiraniyeke kûr in li cem me".

*"Jiyana welatiyan biparêzin"

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, hêvîdar in hemû alî aramiyê û jiyana welatiyan biparêzin û ji bo çareseriya pirsgirêkan, berê xwe bidin diyalog û gotûbêjan.

*"Desthilateke demokrat û giştgir"

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her weha got, hêvîdar in sîstema rêvebiriya niha ya Sûriyê, di asta berpirsyariya desthilateke demokrat û giştgir de be ji bo hemû xelkê Sûriyê.