Encûmena Isalmî ya Elewî êrîşên li ser herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Isalmî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporayê êrîşên li ser herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn şermezar kirin û daxwaza rawestandina yekser a şer kir.
Encûmenê ev yek di daxuyaniyekê de diyar kir û got: “Ew bûyerên li berava Sûriyê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê bi tundî şermezar dikin û divê hemû hêzên çekdar ji taxan vekişin”.
Encûmena Islamî ya Elewî got jî ku ew hişiyariyê ji vê siyaseta hikûmetê ya stemkar didin ku bibe sedema têkdana yekcarî ya civaka Sûriyê.
Daxuyaniyê bang li aliyên navdewletî kiriye ku bi erkê xwe rabin û kirîza li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û bi rêyên siyasî û aştiyane û bi danîna destûrekî ku mafê hemû pêkhateyan biparêze, çareser bikin.
►Her weha bixwîne.. Amnesty banga rawestandina şer li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike