Şer berdewam e: "65 qurbanî û 300 malên ziyandîtî"

Şer berdewam e:

Welat TV - Hewlêr

Şerûpevçûn, topbaran û mûşekbaran bi rêya tank û çekên giran di roja sêyem de li ser herdu taxên Kurdî li Helebê berdewam in, û hejmara qurbaniyan bilindtir bûye.

Nûçegihanê Welat TV da zanîn, îro topbaran û şerûpevçûn li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam in û asta girjiyan di dema niha de bilind bûye.

Nûçegihanê me da zanîn, tax bi temamî dorpêçkirî ne, û tu xwarin û pêdiviyên tendirustî derbas nabin û rewşa mirovî pir zehmet e.

*Amarên qurbaniyan

Ji aliyê xwe ve Asayîşa Helebê di daxuyanyekê de belav kir tê de dawîn amarên qurbaniyan ragihand û got, ta niha di encama topbaranên li ser taxên Kurdî li Helebê, 8 sivîlan canên xwe ji dest dane, û 57 kes birînda bûne.

*Armanckirina 300 malî

Asayîşê got ne kêmî 300 malî û bi dehên avahiyên xizmetguzariyên di nav de yên tendirustî, rastî ziyanên mezin ji ber topbaran û mûşekbaranan hatine.

*"Çekdarên biyanî anîne"

Asayîşê diyar kir ku di demjimêrên bûrî de, hêzên hikûmetê zirîpoş û tankên nû anîne derdora herdu taxan, û tevgereke berdewam a dronan li esmanê herdu taxan heye, her weha eşkere kir ku hikûmetê bi hezarên leşker û çekdaran anîne derdora taxan û di nav wan de çekdarên biyanî jî hene.

Asayîşê got ev yek niyeta bilindkirina asta girjî û şer her weha dijwarkirina rewşa mirovî ya xerab e diyar dike.