Iraq û Si´ûdiyê banga rawestandina şer li Helebê dikin

Iraq û Si´ûdiyê banga rawestandina şer li Helebê dikin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên Derve yên Iraq û Si´ûdiyê di pêwendiyeke telefonî de êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn gotûbêj kirin û banga rawestandina şer kir.

Wezareta Derve ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Fûad Hisên û Fêsel Bin Ferhan bûyerên Helebê gotûbêj kirin û tekezî li ser giringiya rawestandina şer û berdewamiya danûstandinan di navbera hikûmeta veguhêz û HSDê de kir.

Daxuyaniyê diyar kir ku Wezîrê Derve yê Iraqê dilgiraniya xwe ji êrîşên li ser taxên niştecîbûnê nîşan da ku ji ber wan êrîşan bi hezaran welatiyên Kurd derbider bûne.

Wezaretê got jî ku Hisên tekezî li ser karê hevbeş kiriye ji bo rawestandina wan êrîşan û diyar kir ku berdewamiya wan êrîşan dê bandorên wê yên rasterast li ser Iraqê hebin.

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan tekezî li ser giringiya pêwendiyê bi Şamê re kir ji bo gengeşekirina metirsiya wan pêşhateyan û kar ji bo çareserkirina wan.