9ê sibeha îro bi dawî bû.. Agirbesteke demkî li Helebê hate ragihandin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Bervaniyê ya Sûriyê da zanîn ku şer li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat rawestandin û rê bo endamên Asayişê hatiye dan ku bi çekên xwe yên sivik ji herdu taxan derkevin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ev yek di daxuyaniyekê de ragihand û got ku ji demjmêr 3yê berbanga îro ve şer hate rawestandin, û daxwaz ji hemû çekdarên li herdu taxan hate kirin ku ji demjimêr 3yê berbangê ta 9 sibeha îro ji herdu taxan li gel çekên xwe yên sivik derkevin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, artêşa Sûriyê dê endamên Asayîşa herdu taxan bi çekên wan bi rêyên ewleh bighînin deverên bakur û rojhilatê Sûriyê yên di bin kontirola HSDê de.
Wezaretê diyar kir jî ku hêzên ewlehiyê yên Wezareta Navxwe dê li herdu taxan belav bibin.
Ji aliyê xwe ve, tevî bidawîbûna dema destnîşankirî, Asayîşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hîn tu daxuyanî di vê derbarê de dernexistine.
►Her weha bixwîne.. Emerîka pêşwaziyê li agirbesta Helebê dike