Artêşa Sûriyê: Me rêyek bo derketina sivîlan ji Şêx Meqsûd vekiriye

Artêşa Sûriyê: Me rêyek bo derketina sivîlan ji Şêx Meqsûd vekiriye

Welat TV - Hewlêr

Desteya Operasyonan di artêşa Sûriyê de ragihand ku wê rêyek ji bo derketina sivîlan ji taxa Şêx Meqsûd vekiriye.

Desteyê di daxuyaniyekê de got ku "wan rêyeke mirovî ji demjimêr 4 – 6ê êvarê vekiriye ji bo derketina sivîlan" û bang li xelkê Şêx Meqsûd kir ku bi rêya dergehê Ewarid berev taxên din ên Helebê biçin.

Desteya Operasyonan di artêşa Sûriyê de got jî ku "ew bangê li endamên HSD dikin ku çekên xwe deynin û ew ê wan biparêzin".

Ji aliyê xwe ve, HSD ragihand ku "grûpên bi ser hikûmeta Şamê ve di nav de ”Milîsên Emşat, Hemzat û Nûredîn Zinkî” hewl daye derbasî taxa Şêx Meqsûd bibin lê Asayîşê hewla wan têk daye".

HSD got jî ku ev 4 roj in li pey hev taxa Şêx Meqsûd ji aliyê grûpên bi ser hikûmetê ve tê topbarankirin.

Beriya niha Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê agirbesteke demkî ji demjimêr 3yê berbarngê ta 9ê vê sibehê ragihand, û ji hêzên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xwest ku bi çekên xwe yên sivik derkevin lê wan hêzan ew yek red kir.