Fransa: Em karên tundûtûjiyê dijî sivîlan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin
Welat TV - Hewlêr
Fransa dilgiraniya xwe ji şerûpevçûnên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diyar kir û banga rawestandina şer kir.
Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de got ku ew bi dilgiranî rewşê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dişopînin.
Got jî ku ew tevaya karên tundûtûjiyê li dijî sivîlên ku divê werin parastin, şermezar dikin.
Wezareta Derve ya Fransa bang li tevaya aliyan kir ku xwe bigirin û di cî de şer rawestînin.
Her weha diyar kir ku Fransa di hewlan de berdewam e ji bo xweşkirina diyaloga Desthilata Veguhêz û HSD bi hemahingî li gel Emerîka:
"Em giringiyê didin bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ku pirseke sereke ye ji bo yekbûna Sûriyê û aramiya deverê".
►Her weha Bixwîne.. Emerîka pêşwaziyê li agirbesta Helebê dike