8 sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê canên xwe ji dest dan

8 sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê canên xwe ji dest dan
8 sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê canên xwe ji dest dan

Welat TV - Hewlêr

8 sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê canên xwe ji dest dan.

Di êrîşekê de li ser nexweşxaneya "Osman" li taxa Eşrefiyê du waltiyên Kurd canên xwe ji dest dan.

Herweha termên 6 qurbaniyên topbaranan li Şêx Meqsûd jî, gihiştin Efrînê.

*Hûrgilî

Duh êvarê, grûpeke çekdar derbasî nexweşxaneya Osman bû û gule di hindir wê de teqandin, di encamê de dermansazê "Elî Osman" û apê wî "Ednan Osman" canên xwe ji dest dan.

Termên 6 qurbaniyên sivîl ên topbaranên li Şêx Meqsûd gihiştin Efrînê û hemû ji yek malbatê ne:

"Emîn Reşo yê 55 salî, keça wî Zêneb a 22 salî, bûka Emîn Şervîn Hesen û 3 zarokên wê".

Malbat ji şêniyên gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye.