Serok Barzanî û Barrack pêşhate û girjiyên li Helebê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî û şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê dawîn pêşhate û girjiyên li Helebê gotûbêj kirin.
Serok Barzani û Tom Barrack îro Înê 9ê Çileya 2026an pêwendiyeke telefonî encam da.
Baregeha Barzanî ragihand ku di pêwendiyê de rewşa siyasî li deverê û Sûriyê û dawîn pêşhate û girjiyên li Sûriyê û bajarê Helebê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya dana hemû hewlan ji bo aramkirinê û bidawîkirina girjî û aloziyan kir.
Her weha tekezî li ser kar ji bo asayîkirina rewşê û standina gavên cidî ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê û pêkanîna aştiyê, hate kirin.
►Her weha bixwîne.. Naveroka pêwendiya Serok Barzanî li gel Ehmed El-Şeri’