Ilham Ehmed: Hêz dê vekişin lê bi merc

Ilham Ehmed: Hêz dê vekişin lê bi merc

Welat TV - Hewlêr

Serkirdeya "Rêveberiya Xweser" Ilham Ehmed got, ew razî ne ji her taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derkevin, lê bi mercê hebûna encûmeneke xwecihî û parastina sivîlan.

Ehmed di daxuyaniyekê de got: Em pêşwaziyê li pêşniyarên hêzên navdewletî yên navbênkar dikin ji bo veguhestina hêzên li Şêx Meqsûd bo rojhilatê Feratê bi şêweyekî ewleh.

Da zanîn, lê ew vekişîn bi mercê gerentîkirina hebûna parastineke Kurdî xwecihî û encûmeneke xwecihî ya nişteciyên herdu taxan li gorî rêkeftina 1ê Nîsanê be.

Ji aliyê xwe ve, jêderên Welat TV got, Rêkeftina HSD û Hikûmetê ku bi serperiştiya Emerîka ye, vekişandina hêzên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bo rojhilatê Feratê, li xwe digire.

Diyar kir, Hêzeke biçûk ji xelkê herdu taxan dê were avakirin û dê bi ser Wezareta Navxwe ve be li Helebê.

Jêderan tekez kir, Rêkeftina îro li gorî rêkeftina 1ê Nîsanê, tê bicîkirin û Kar ji bo vegerandina tevaya derbideran bo herdu taxan dê were kirin.