Trump: Em dixwazin aştiyê li Helebê bibînin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump derbarê rewşa Helebê ragihand ku ew dixwazin li Helebê aştiyê bibînin û pêwendiyên wan ên baş li gel Hikûmeta Sûriyê û Kurdan hene, û dixwazin Sûriyê sekeftî bibînin.
Serokê Emerîka Donald Trump di kongireke rojnamevanî de got, "Ez dixwazim li Helebê aştiyê bibînim, hûn dizanin, pêwendiyên me bi her du aliyan re, bi Kurdan û hikûmeta Sûriyê re gelekî baş in".
Trump diyar kir, "Ew di salên bûrî de dijminên hev bûn, lê em bi her du aliyan re baş in û em dixwazin serkeftina Sûriyê bibînin".
Serokê Emerîka Donald Trump diyar kir, "Heta niha ez bawer im ku ew serkeftî bûn lê ev alozî nû derketiye û em dixwazin were rawestandin û aştî belav bibe".