Asayîşa Helebê: Agahiyên li ser kontrolkirina 90% ji taxa Şêx Meqsûd ne rast in

Asayîşa Helebê: Agahiyên li ser kontrolkirina 90% ji taxa Şêx Meqsûd ne rast in

Welat TV - Hewlêr

Asayîşa Helebê ragihand ku agahiyên li ser kontrolkirina taxa Şêx Meqsûd ne rast in, û da zanîn ku ta niha tax bi rêya çekên giran tê topbarankirin. 

Asayîşa Helebê daxuyaniyek belev kir û tê de ragihandina hêzên hikûmeta Sûriyê ya kontrolkirina 90% ji taxa Şêx Meqsûd red kir, û got ev agahî ne rast in.

Asayîşê diyar kir, Şerûpevçûnên nav kolanan berdewam in, û wan ziyanên canî yên mezin gihandine êrîşkeran.

Asayîşa Helebê di daxuyaniya xwe de tekez kir, ta niha topbaran bi tan û topavêjan li ser taxa Şêx Meqsûd heye, û sivîl û jêrxaneyên taxê têne armanckirin.