Serokatiya Rûhî ya Durziyan êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Rûhî ya Durziyan li Sûriyê, êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û got ew li gel Kurdan radiwestin.
Hikmet El-Hecerî di daxuyaniyekê de got, ew êrîşên hovane yên Hikûmeta Sûriyê û grûpên tekfîrî yên bi ser ve dijî Kurdan li Helebê şermezar dikin.
Got jî ew daxwazê ji welatên cîhanê û aliyên navdewletî dikin ku bi rola xwe rabin û van êrîşên berdewam li dijî pêkhateyan rawestînin.
Serokatê Rûhî ya Durziyan got, ev êrîş hewlên guhertinên demgrafî û qirkirina pêkhateyan in.
*"Em li gel birayên xwe yên Kurd in"
Di dawiyê de Serokê Rûhî ya Durziyan li Sûriyê got, em li gel birayên xwe yên Kurd radiwestin ta ku bigihin tevaya mafên xwe yên Dîrokî, ciyografî û mirovî.