Fransa û Kenada ji bûyerên Şêx Meqsûd dilgiran in: "Diyalogê bikin"
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe ji rewşa Eşrefiyê û Şêx Meqsûd nîşan da û ragihand, divê hemû alî şer rawestînin û parastina sivîlan bikin.
Wezareta Derve ya Fransa got, ew piştevaniya wan hemû pêşniyaran dikin ku dabînkirina parastina sivîlan û vekişandineke ewle ji kesên şerker re misoger dike.
Wezareta Derve ya Fransa amaje bi wê yekê kir, ew li gel hevalbendên xwe û di serî de Emerîka kar ji bo vegera aramiya Helebê di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî xwedan serwerî de, dikin.
*Helwesta Kenada
Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Kenada got divê girjî û şer li Helebê yekser rawestin, û hemû alî berê xwe bidin diyalogan.
Hikûmeta Kenada di daxuyaniya xwe de bang kir ku Hikûmeta Sûriyê û HSD gavên cidî ji bo kêmkirina asta girjiyan bavêjin, û divê HSD û Hikûmet pabendî parastina sivîlan bin.
Kenada tekez kir, divê herdu alî berê xwe bidin diyalogan da ku tûndûtûjî zêde nebin.