Sûriyê rawestandina şer radigihîne û Asayîşa Helebê dibêje şer berdewam e

Sûriyê rawestandina şer radigihîne û Asayîşa Helebê dibêje şer berdewam e

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Sûriyê rawestandina operasyonên şer li taxa Şêx Meqsûd ragihand, Aşayîşa Helebê jî rawestandina şer red kir û got operasyon berdewam in.

Desteya Operasyonan di artêşa Sûriyê de ragihand, wan ji demjimêr 3ê paşnîroya îro ve operasyonên leşkerî li taxa Şêx Meqsûd rawestandin.

Desteyê di daxuyaniyekê de got ku, ew ê endamên HSDê ku di nexweşxaneya Yasîn de veguhezînin bajarê Tebqa yê li Reqa piştî ku çekên wan werin desteserkirin.

Desteya Operasyonan got jî, ew ê hemû dezgehê tundirustiyê û yên hikûmî radestê dewletê bikin û qonax qonax ji taxa Şêx Meqsûd vekişin.

*Daxuyaniya asayîşê  

Ji aliyê xwe, Aşayîşa Helebê rawestandina şer ku artêşa Sûriyê ragihandiye red kir û got êrîşên grûpên ser bi hikûmetê ve berdewam in.

Asayîşê ev yek di daxuyaniyekê de belav kir ku got, hevdemê ragihandina rawestandina şer ji wezareta berevaniyê ve, hêzên wan êrîşeke grûpên hikûmetê li ser taxa Şêx Meqsûd a Rojavayî têk şikand û zirpoşeke leşkerî a êrîşkeran têk bir. 

Asayîşê her weha got, niha hêzên wan di şerê kolanan de di ber xwe de didin û Hikûmet bi van daxuyaniyan dixwaze binpêkirinên xwe li dijî sivîlan veşêre û daxwaz ji aliyên navdewletî kir ku destêwerdanê bikin û sivîlan biparêzin.