Şêx Meqsûd.. Jineke Kurd da pey her 6 endamên malbata xwe û jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Jina Kurd Nora Hesen ku yek ji birîndarên topbarana taxa Şêx Meqsûd a Kurdinşîn a Helebê bû, îro jiyana xwe ji dest da.
Beriya 2 rojan 6 ji endamên malbata wê jiyana xwe ji dest dabûn û Nora birîndar bûbû, îro ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.
Di wê êrîşê de, hevjîn û keça wê, her weha bûk û 3 neviyên wê di topbarana taxa Şêx Meqsûd de jiyana xwe ji dest dabûn, û li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ya Efrînê bi xakê hatibûn spartin.
Nora Hesen jî ji şêniyên gundê Heyatê yê heman navçeyê ye.
*Her weha bixwîne.. 8 sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê canên xwe ji dest dan