Mezlûm Ebdî: Bi navbênkariya aliyên navdewletî em gihiştin rêkeftinê

Mezlûm Ebdî: Bi navbênkariya aliyên navdewletî em gihiştin rêkeftinê

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ragihand ew gihiştin rêkeftinekê ji bo agirbestê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de got, bi navbênkariya aliyên navdewletî ji bo rawestandina êrîş û binpêkirinan li Helebê, ew gihiştin rêkeftinekê ku rê li ber agirbestê vedike.

Da zanîn jî, ev rêkeftin derxistina şehîd, birîndar, sivîlên asyêmayî û hêzan ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bo bakur û rojhilatê Sûriyê gerentî dike.

Mezlûm Ebdî got jî, ew bang li navbênkaran dikin ku pabendî sozên xwe bin di rawestandina binpêkirinan de û kar ji bo vegereke ewleh ya koçberkiriyan bo malên wan.