Rewaj Hacî: Em di pêşkêşkirina alikariyan de ji derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re berdewam in
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkariya derbiderên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku gihştine Efrînê berdewam e û ji destpêka derbideriya xelkê herdu taxan ji Helebê dezgeh ketiye amadebaşiyê û dest bi hilmetekê ji bo alîkariya wan kiriye.
Berpirsê Doseya Sûriyê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewaj Hacî ji Welat TV re got, bêtirî 90% ji derbideran ku hejmara wan bêtirî 100 hezar kesî ye gihştine Efrînê, lê bêhtirên wan li nav xelkên Efrînê belav bûne û bi tenê derdora 200 malbatî di du kampan hatine bicihkirin.
Hacî got ew di rojên bê de dê alîkariyên cuda pêşkêşî wan derbideran bikin heta ku rewş aram bibe û ew li cih û warên xwe vegerin.
Berpirsê Doseya Sûriyê li BCF tekez kir, Xêrxwaziya Barzanî bi hemû karînan kar li ser dabînkirina pêdiviyên sereke yên xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Efrînê dike û ew ê hemû hewlan bidin weke erkekî mirovî û li ser rêbaza Barzaniyê Nemir.
Rewac Hacî diyar kir, Xêrxwaziya Barzanî Xwarin bo 3000 derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê amade kir û hêvîdar in di nêzîktirîn dem de derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vegerin malên xwe.