Yekîtiya Ewropa: Divê şer li Helebê raweste û dest bi danûstendina bibe
Welat TV - Hewlêr
Yekîtiya Ewropayê daxwaza rawestandina şer li Helebê û derdora wê kir, û daxwaz ji hemû aliyan kir ku dest bi danûstandinan bikin û bigihin çareseriyê.
Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihad û got, "Divê şer li Helebê û derdora wê raweste û sivîl werin parastin û asankarî ji bo gihandina alîkariyan bibe".
Daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê diyar kir, "Divê hemû alî pabendî agirbestê bibin û ji bo çareseriyeke siyasî dest bi danûstendinan bikin".
Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de got jî, "Bicîkirina aramî û seqamgêriyê fakterê sereke ye di veguhestina siyasî domdar û giştgir de, bi awayekî ku daxwazên hemû Sûriyan pêk bîne".