"Rêveberiya Xweser": Endamên DAIŞê di nava grûpên hikûmetê de hene û binpêkirinan encam didin
Welat TV - Hewlêr
"Rêveberiya Xweser" ragihand ku grûpên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê tawanên cengî li dijî sivîlan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn encam didin û banga deswerdaneke navdewletî kir.
Rêveberiyê di daxuyaniyekê de got: Gelek belege hene ku endamên DAIŞê di nava grûpên hikûmeta demkî ya Sûriyê de hene û tawanên cengî li dijî sivîlên ji herdu taxan derketine yan jî mane encam didin.
Daxuyaniyê diyar kir ku kiriyarên wan grûpên çekdar li dijî nirxên herî bingehîn ên mirovan in û binpêkirineke eşkere ye ji yasa û peymanên navnetewî re.
Rêveberiyê bang li civaka navdewletî, neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan kir ku encûmeneke navdewletî ya serbixwe ava bikin da ku lêkolînê bike û berpirsyarên binpêkirin û tawanên li dijî sivîlên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê siza bike.
Daxuyaniyê da zanîn jî paşguhkirina wan tawanan ji aliyê civaka navdewlwtî ve dê pirsên cidî derbarê pabendbûna wê bi pirensîpên dadwerî û mafên mirovan derxe holê.
►Her weha bixwîne.. Mezlûm Ebdî: Bi navbênkariya aliyên navdewletî em gihiştin rêkeftinê