23 welatiyên Kurd ji taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd wenda ne
Welat TV - Hewlêr
Ji ber şerê dawiyê yê herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi dehan welatiyên sivîl wenda ne û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Li gorî belgekirina Welat TV, 23 welatiyên sivîl li taxan wenda ne û ta niha tu agahî li ser wan tune ne.
Di nav wan wendabûyan de, zarok, keç, jin, ciwan û welatiyên bitemen hene, her weha beşek ji wan endamên yek malbatê ne.
Malbat û kesûkarên wan di rêya Welat TV re banga diyarkirina çarenivîsa wendabûyên xwe dikin û daxwaz ji aliyên berpirs û peywendîdar dikin ku destêwerdanê bikin.