20 rojnamevanên Kurd xwe ji Kombenda Rojnamevanên Sûrî vekişand
Welat TV - Hewlêr
20 rojnamevanên Kurd vekişandina xwe ji Kombenda Rojnamevanên Sûrî ragihand.
Rojnamevanan diyar kir ku kombend ji pransîpên karê rojnamevanî dûr ketiye û beremaberî gotara kînê ku hin endamên wê belav dikin, bê deng e.
20 rojnamevanên Kurd di daxuyaniyekê de vekişandina xwe ji kombendê ragihand û diyar kir, ku Kombenda Rojnamevanên Sûrî ji armanc û pirnsîpên xwe dûr ketiye, û di dema dawî de gotara kombendê hatiye guhertin û ne bêalî ye.
Rojnamevana da zanîn, berdewamiya me di kombendekê de rêzê li pirensîp û peyrewa xwe ya navxweyî nagire, û li gel berpirsiyaretiya wan a pîşeyî û rewiştî nagunce, lewma em vekişandina xwe ji kombendê radighînin.