Rêveberiya Efrînê: Karwanê vegerê bo Eşrefiyê dest pê dike
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Efrînê destpêkirina karwanekî vegerê bo Eşrefiyê ragihand.
Rêveberiyê di daxuyaniyekê de got ku bi hemahingî li gel Parêzgeha Helebê îro demjimêr 02:00 piştî nîvro karwanê vegerê bo taxa Eşrefiyê dest pê dike û kesê ku bixwaze dikare vegere.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Efrînê, ev yek "dikeve di çarçoveya rêxistinkirina vegera xelkê bo malên wan bi awayekî ewleh".
Da zanîn jî ku "tîmên Rêveberiya Efrînê, yên parêzgehê, rêxistinên civaka Sivîl û aliyên pêwendîdar, dê li gel wî karwanî bin".
Di rojên dawiyê de û ji ber şerûpevçûnan, nêzîkî 150 hezar derbiderên herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, berê xwe daye Efrînê.