Rêxistineke mirovî banga diyarkirina çarenivîsa wendabûyên Helebê dike: "120 sivîl in"

Rêxistineke mirovî banga diyarkirina çarenivîsa wendabûyên Helebê dike:

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Sûriyên Ji Bo Rastî û Dadweriyê ji Welat TV re ragihand ku 120 sivîl ji nişteciyên herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn wenda ne.

Endamê Rêxistina "Sûriyên Ji Bo Rastî û Dadweriyê" Mustefa Şêxo da zanîn ku ji dema şerê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, heta roja îro, rêxistinê nav û wêneyên 120 sivîlên wendayî belge kirine, û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.  

Şêxo diyar kir ku, ji nav 120 sivîlan, 8 jin in û 4 zarok in her weha beşek ji wan endamên malbatekê ne, û hemû jî ji şêniyên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne.

Endamê Rêxistina Sûriyên Ji Bo Rastî û Dadweriyê Mustefa Şêxo bang li aliyên berpirs kir ku kar li ser diyarkirina çarenivîsa wan sivîlan bikin.