Jêder: Dawîn welatiyên Iraqê meha bê ji kampa Holê tên derxistin
Welat TV - Hewlêr
Dawîn grûpa welatiyên Iraqê meha bê ji kampa Hol a taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst tê derxistin.
Jêderên Iraqî da zanîn ku di Sibatê de dawîn grûpa welatiyên Iraqê yên ku li kampa Hol a li Hesekê dimînin, tê derxistin.
Li gorî wan jêderan, ew grûp ji zêdetirî 6 hezar kesî li xwe digire.
28ê Berçileya 2025an, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê diyar kir ku ta wê demê 21 hezar welatiyên Iraqî ji kampa holê hatine vegerandin.
Di nava kampa Holê de, regezanmeyên cuda tên dîtin, ji Sûriyê, Iraqê û welatên din, beriya niha rêveberiya kampê dabû zanîn ku 25 hezar û 241 kes niha li kampê dimînin.