Welatiyek: Birayê min, hevjîn û zarokên wan li taxa Şêx Meqsûd wenda ne

Welat TV – Hewlêr

6 endamên malbateke Kurd a nişteciyên taxa Şêx Meqsûd, ji roja Înê ve wenda bûne, ta niha zanyarî li ser wan tune ne.

Îro 13 Çileya 2026an, Celal Yûsif ji Welat TV re got ku birayê wî Remedan, li gel hevjîna xwe û 4 zarokên wan ji roja 9 mehê ve wenda ne û dawîn car deng ji wan re şandiye di wê rojê de bû.

Her weha da zanîn ku biryar bû ji taxê derkevin, lê ta niha zanyarî li ser tune ne û dengûbasên wan hatine birîn.

*Banga malbatê

Malbatê di rêya welat TV re bang li hemû aliyan kir ku, destwerdanê bikin û kar li ser diyarkirina çarenivîsa wan bikin.

Navên endamên wendayî, Remedan, Diyar, Henan, Sulav, Hindirîn û Ebûd Yûsif in.

Malbatê daxwaz kir ku her kesek zaniyariyekê li ser wandabûyan bizanibe peywendî bi vê hejmarê re bike: 00353833444009