UN: 119 hezar kes ji Helebê koçber bûne û divê sivîl werin parastin
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî UN Stéphane Dujarric ragihand, ku ew ji nêzîk ve rewşa Helebê dişopînin û heta niha ji ber şerûpevçûnan 119 hezar kes koçber bûne.
Stéphane Dujarric da zanîn, "Pêwendiyan li gel hemû aliyan dikin, tîmên me alîkariya wan koçberan dikin, û divê hemû alî sivîlan biparêzin.
Dujarric da xuyakirin, "Raportên ziyanên gihiştine sivîlan gihiştine me û em tekez dikin ku divê sivîl û jêrxane were parastin. Heta niha 119 hezar kes ji ber şer ji Helebê koçber bûne, û Neteweyên yekgirtî alîkariyan pêşkêşî xelkê koçber dike".
*"Pêkhate hest bi aramiyê nakin"
Berdevkê Emîndarê Neteweyên Yekgirtî Stéphane Dujarric tekez kir, "Em daxwazê ji hemû aliyan dikin sivîlan biparêzin û piştevaniya piransîpên mirovî bikin. Hin bûyer li Sûriyê çêdibin dihêle pêkhate li Sûriyê hest bi aramiyê nekin û ev yek cihê dilgiraniya wan e.