Duyem karwanê vegera derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rê ket

Duyem karwanê vegera derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rê ket

Welat TV - Hewlêr

Duyem karwanê derbideran ji Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê berev taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê bi rê ket.

Îro duyem karwanê derbideran ku bi dehan kes li xwe digirt, ji Efrînê berev Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rê ket.

Vegerandina derbiderên herdu taxên Kurdnişîn li Helebê di bin serperiştiya komîta navendî ya bersivdana Helebê de ye û bi hemahingî li gel Rêveberiya Devera Efrînê ye.

Duh jî karwanê yekê yê derbideran ku 750 kes li xwe digirt ji Efrînê berev herdu taxan bi rê ket.

Li gorî Rêveberiya Devera Efrînê, ew ê di vegerandina derbideran de berdewam be bi hemahingî li gel aliyên peywendîdar.

Ji aliyê xwe ve, Xwecihiya Encûemena Niştîmanî ya Kurdî ragihand ku ew ê sibe demjimêr 12yê nîvro bi hemahingî li gel Rêveberiya Devera Efrînê karwanekî bo vegera derbideran rêk bixe.