Herêma Kurdistanê û Emerîka tekeziyê li ser rêzgirtina qewareya Herêmê dikin

Herêma Kurdistanê û Emerîka tekeziyê li ser rêzgirtina qewareya Herêmê dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka Joshua Harris civiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got, "Me tekezî li ser rêzgirtina qewareya Herêma Kurdistanê, gerantîkirina mafên destûrî û darayî û şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê kir".

Di civînê de, bihêzkirina peywendiyên dualî, rewaş Iraqê û danûstandinên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka Joshua Harris, bûyer û pêşhateyên navdewletî jî gotûbêj kirin.