Iraq û Îmaratê tekeziyê li ser çareseriyên aştiyane li Sûriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên Derve yên Iraq û Îmaratê dawîn pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin û banga çareseriyên aştiyane dikin.
Wezareta Derve ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Fûad Hisên di peywendiyeke telefonî de li gel hevşanê xwe yê Îmaratê Ebdulah Bin Zayid Al Niheyan dawîn pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku Fûad Hisên derbarê pêşhateyên Sûriyê tekezî li ser karê hevbeş kiriye ji bo bicîkirina aramiyê û kêmkirina girjiyan.
Wezaretê da zanîn ku Hisên tekezî li ser çareseriyên aştiyane li Sûriyê kiriye di çarçoveya sîstema navdewletî de .