HSD: Grûpên hikûmeta Şamê êrîşî derdora bendava Tişrînê kir
Welat TV - Hewlêr
HSD ragihand ku grûpên hikûmeta Şamê êrîşî derdora bendava Tişrînê kiriye.
HSD di daxuyaniyekê de da zanîn ku grûpên hikûmeta Şamê bi 2 dronan û topxaneyê êrîşî derdora bendava Tişrînê kiriye.
Daxuyaniyê got ku wan grûpan her weha bi mûçekan êrîşî gundê Um El-Mura li başûrê Dêr Hafirê kiriye.
Li aliyekî din, kenala fermî ya Sûriyê got ku HSD bi dronan êrîşî gundê Himêma li rojhilatê Helebê kiriye.
Ev yek tê piştî ku artêşa Sûriyê devera Dêr Hafir û Meskenê wek devereke leşkerî ya girtî ragihand û got ku divê hemû grûpên çekdar li vê deverê bo rojhilatê Feratê vekişin.
►Her weha bixwîne.. Xwendin li hejmarek dibistanên Minbicê yên nêzîkî "devera leşkerî" hat ragirtin