Serok Barzanî: Em hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Sûriyê bi rêya diyalogê re didin

Serok Barzanî: Em hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Sûriyê bi rêya diyalogê re didin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Mesûd Barzanî û Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka Joshua Harris civiyan.

Di civînê de, Serok Barzanî tekez kir ku ew hewlên cidî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li Sûriyê bi rêya diyalog, aştî û lihevtêgihiştinê û dûr ji şer û tundutujiyê didin.

Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka behsa rewş û aloziyên Sûriyê kir û hewlên berdewam ên Serok Barzanî di serxistina proseya siyasî li Iraqê û aramkirina aloziyên Sûriyê de bilind nirxand.

*Rewşa Iraqê

Serok Barzanî li ser rewşa Iraqê tekez kir ku ji bo hemahengiya aliyên siyasî her tiştek bi destê wî were ew ê pêşkêş bike, û kêmasî nake her weha ew di çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam e.

*Peywendiyên dualî

Li aliyekî din, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîka û hewlên berdewam ên ji bo baştirkirina peywendiyan de hatin gotûbêjkirin.