Centcom li ser rewş Helebê: Vegerin danûstandinan

Centcom li ser rewş Helebê: Vegerin danûstandinan

Welat TV - Hewlêr

Fermandariya Navendî ya Emerîka daxuyaniyek derbarê pêşhateyên li Helebê belav kir û banga vegerê bo danûstandinan kir.

Fermandarê Centcomê Brad Cooper got, ew ji nêzîk ve pêşhateyên li Helebê û derdora wê dişopînin, û tevaya aliyan han didin ku xwe bigirin û xwe dûrî tevgerên ku bibin sedema bilindkirina asta girjiyan bikin û giringî were dayîn ji bo parastina sivîl û jêrxaneya sereke. 

*Vegerin danûstandinan

Fermandarê Centcomê bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku vegerin danûstandinan û bi diyalogê hewla gihiştinê bo çareseriyeke dîplomatîk a herdemî bikin.

*Berjewendiya hevbeş

Fermandarê Centcomê Brad Cooper da zanîn, Sûriyeya ku tê de li gel cîranan aştî hebe, dê bibe alîkar di pêkanîna aramiyê de li Rojhilata Navîn û berjewendiya Emerîka û Sûriyê ya hevbeş di parastina aştî û aramiyê de li tevaya deverê heye.