Libnan: Em piştgiriya rêkarên yasayî ji bo aramiyê ewlehiya Sûriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Serokwezîrên Libnanê got, ew her gefeke ji xaka Libnanê li ser ewlehiya Sûriyê red dikin.
Tariq Mitrî di civîneke şêwirheviyê de li Terabilusê ragihand û got, ew piştgiriya rêkarên yasayî û ewlehiyê yên Hikûmeta Libnanê ji bo aramiyê û rêgiriyê li gefên ser ewlehiya Sûriyê, dikin.
Derbarê lîsteya navên efserên rêjîma Esed, Cîgirê Serokwezîrên Libnanê got ku wan tu lîste ji Hikûmeta Sûriyê wernegirtine.
Mitrî behsa deoseya girtiyên Sûrî yên li Libnanê jî kir û diyar kir ku, ew û Hikûmeta Sûriyê di diyalogê de ne ji bo rêkeftineke hevkariya dadwerî da ku bikaribin girtiyan radestî alî Sûrî bikin.