Hikmet El-Hecerî: Em xwe di nava dewleta Israîlê de dibînin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Rûhî yê Durziyên Sûriyê Hikmet El-Hecerî ji rojnamyeke Israîlî re ragihand ku, ew xwe weke pêkhateyeke resen di nava sîstema dewleta Israîlê de dibînin.
El-Hecerî diyar kir Israîl take welat e, ku komkujiya dijî Durziyan li ser destê grûpên ser bi Hikûmetê ve rawestand û peywedniyên Durziyên Siwêda û Israîlê ji beriya ketina rejîma Beşar Esed ve hene.
*"Em serxwebûneke temam dixwazin"
Hikmet El-Hecerî derbarê çarenivîsa parêzgeha Siwêda got, ew tu rêveberiyên xweser naxwazin û tenê daxwaza wan serxwebûneke temam e, û avakirina herêmeke serbixwe ji bo Durziyan e.
*"Hikûmeta Şamê berdewamiya DAIŞê ye"
Navbûrî diyar kir, Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe, Hikûmeta Şamê berdewamiya El-Qaîde û DAIŞê ye û welatên Erebî û Turkiyê komkujiyên li dijî Durziyan şermezar nekirin.