Efrîn.. ENKS karwanekî vegera derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rêk xist
Welat TV - Hewlêr
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" karwanekî vegera derbiderên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bo malên wan, bi rêk xist.
Karwan îro Çrşemê demjimêr 12ê nîvro ji Geraca bajarê Efrînê bi rê ket.
*300 malbat
Jêdereke ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji Welat Tv re da zanîn ku karwan ji 20 polmanan pêk tê û nêzîkî 300 malbatên derbider li xwe digire.
Xwecihiya Efrînê ya ENKS duh ragihandibû ku ew ê bi hemahengî li gel Rêveberiya Devera Efrînê karwanekî bo vegera derbideran bi rêk bixe.
Her duh Sêşemê, duyem karwanê derbideran ji Efrînê berev taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê bi rê ket. Ew karwan bi serperiştiya komîta navendî ya bersivdana Helebê bû, û bi hemahingî li gel Rêveberiya Devera Efrînê.