3 kes bûne qurbaniyên binavbûna qeyikekê li Beravên Tertûsê
Welat TV - Hewlêr
Sê kes di encama binavbûna qeyikekê de li nêzîkî beravên Tertûsê li Sûriyê xeniqîn.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê da zanîn ku qeyikeke nêçîrê ku 5 kes li xwe digirtin li devera di navbera berava Tertûsê û girava Arwadê de wergeriya.
Di encamê de 3 kesan canên xwe ji dest dan û termên wan bo nexweşxaneya Tertûsê hate veguhestin.
Berevaniya Sivîl da zanîn jî, ku 2 kesên din ên di wê qeyikê de hatin rizgarkirin.
Li gorî zanyariyên destpêkî, ew qeyik ji ber bilindbûna pêlên deryayê wergeriyaye.