Fransa rola Serok Barzanî di aramkirina girjî û aloziyên Sûriyê de bilind dinirxîne

Fransa rola Serok Barzanî di aramkirina girjî û aloziyên Sûriyê de bilind dinirxîne

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Fransa li Bexdayê Patrick Durel li Pîrmam civiyan. 

Di civînê de Balyozê Fransa kurteyek ji rewşa Iraq û Sûriyê û aloziyên deverê şirove kirin û rola Serok Barzanî di aramkirina girjî û aloziyên Sûriyê bilind nirxand.

*Proseya siyasî

Di civînê de, proseya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, û hewlên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral a Iraqê hatin gotûbêjkirin.

*Peywendiyên dualî

Serok Barzanî û Balyozê Fransa, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de û hewlên berdewam ên pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin.