Reuters: Sûriyê daxwaza zêdetirî 200 efserên Rêjîma Esed ji Libnanê dike
Welat TV - Hewlêr
Ajansa Reutersê ragihand ku derdora 200 efserên Rêjîma Esed a hilweşiyayî li Libnanê hene û hikûmeta Sûriyê daxwaza wan kiriye.
Ajansê da zanîn ku şandeke ewlehî ya Sûriyê lîsteyek bi navên efserên Rêjîma Esed radestî istixbaratên Libnanê kiriye.
Li gorî ajansê ew lîste zêdetirî 200 esfserî li xwe digire ku piştî hilweşîna Rêjîma Esed reviyane Libnanê.
Di vê derbarê de, Cîgirê Serokwezîrên Libnanê Tariq Mitrî got ku wan tu lîste ji hikûmeta Sûriyê wernegirtine.
Mitrî behsa deoseya girtiyên Sûrî yên li Libnanê jî kir û diyar kir ku, ew û Hikûmeta Sûriyê di diyalogê de ne ji bo rêkeftineke hevkariya dadwerî da ku bikaribin girtiyan radestî Sûriyê bikin.