Reuters: Emerîka hin endamên bingehên xwe li Rojhilata Navîn vedikişîne
Welat TV - Hewlêr
Ajansa Reutersê ragihand ku Emerîka hin endamên bingehên xwe li Rojhilata Navîn vedikişîne.
Reutersê diyar kir ku Emerîka endamên xwe ji wan bingehan vedikişîne ji ber zêdebûna girjiyan li deverê.
Her di vê derbarê de, Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) got ku Emerîka ji hin endamên xwe yên li bingeha El-Idêd li Qeterê xwestiye ku derkevin.
Ev yek di demekê de tê ku Serokê Emerîka gefa destwerdan leşkerî li Îranê dixwe eger ku xwepêşander werin kuştin.
Ev demeke xwepêşandan ji ber rewşa abûrî ya xerab li seranserê Îranê bi rê ve diçin û xwepêşander banga guhertina rêjîmê dikin, di wan xwepêşandanan de zêdetirî 2500 kesî hatine kuştin.